CîhanNûçeRojhilatanavin
DAIŞ teqînên Misrê xistin sitûyê xwe

Rêxistina DAIŞê îro, berpirsyaretiya ji her du teqînên li bajarê Tanta yê Misirê û li bajarê Îskenderiye li ber kilîseya Azîz ku, tê de bi dehan kes kuştî û birîndar ketin ragehand.
Îro danê sibehê roja Yekşemê 9.04.2017e du teqîn li bajarê Tanta yê Misirê û li bajarê Îskenderiye li ber kilîseya Azîz rûdan tê de 25 welatiyên xiristyan hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.
Piştî teqînê rêxistina tûnd a DAIŞê bi rêya rûpelên tiwîterê û Facebookê yên bi ser ve berpirsyaretiya xwe ji wan teqînan re ragehand û xiste stûyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)