IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan terorîstên DAIŞê bi destê xelkê Mûsilê hatine kuştin

Hevgavê pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê bi dehan terorîstên DAIŞê roja sêşemiyê li encama pevçûna tev welatiyên Mûsilê hatin kuştin.

 Li gorî rapora Sputnikê çavkaniyeke xwecî li Iraqê got ku hin kes ji navça  Wadî Hecerê bi endamên DAIŞê re ketin pevçûnê ku li encama  vê pevçûnê bi dehan terorîst hatin kuştin.

Vê çavkaniyê ku nexwest navê wê were eşkerekirin got: Welatiyên Mûsilê li berteka li hember operasyona  êrişê û geriyana malên wan û girtina zêde ji 400 kes ji xelkê Wadî Hecerê 60 terorîst kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu