ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Li encama êrişa balefirên cengê yên artêşa Erebistanê ser navçên curbicure Yemenî hejmarek ji yemeniyan hatin kuştin û birîndra bûn

Li gorî rapora kanala televîzyona El-Mesîrê ya Yemenê, balefirên cengê yên siûdî pênşemiyê şevê li dewama êrişên xwe li dijî xelkê Yemenê navçên curbicure parêzgeha Sedê li bakurê rojava Yemenê bi bombeyên işû bombebaran kirin.

Li bara xisarên muhtemel ên vê êrişê raporek nehatiye  weşandin. Balefirên siûdî her wiha  du caran erdên cotkariyê yên  bajaroka  El-Mexayê ya parzêgeha Tezê li başûrê Yemenê dan ber êrişan.

Di eynî demê de balefirên  cengê yên siûdî bi awayekî berfireh êrişên xwe ser navça  operasyonî ya hêzên  yemenî li Cîzanê li başûrê Erebistanê destpê kirine.

Armanca van êrişana  pêkanîna  berbendan ser riya  bipêşdeçûna hêzên yemenî li axa  Erebistanê ye. çavkaniya eskerî ya yemenî ji El-Mesîrê re got êrişên hewayî yên Erebistanê ser Cîzanê nekariye pêşiya bi pêşdeçûna artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê li axa  Erebistanê bigre. Hêzên yemenî xêncî îmhakirina  cebilxanên artêşa Erebistanê kontrola pireya peywendiyên  navbera du navçên  Qaim Zubeyd û El-Îbadiyê ya Cîzanê girtine destê xwe. Li gorî raporan hêzên  artêşê û komîta gelanî ya yemenê li çend gundan li Cîzanê bi pêşde çûn û eskerên siûdî ji van gundana revîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu