IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê 10 xwekuj şandin

Hêzên Dije Terora Iraqê, piştî şer û pevçûnên dijwar taxa Temîm a rojhilatê Mûsilê bi temamî kontrol kirin.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ya Artêşa Iraqê berdewam dike. Roja 14ê Kanûnê çekdarên DAIŞê karîn ji rewşa hewayê sûd werbigrin û beşek ji taxa Temîmê kontrol bikin.

Hêzên Dije Terora Iraqê bersiv dan êrîşa DAIŞê û piştî şer û pevçûnên tund, careke din ev tax kontrol kirin. Fermandarên iraqî li nav kolanên taxê geriyan û ji xelkê re piştrast kirin, ku careke din ew rê nadin DAIŞ taxên hatine rizgarkirin kontrol bike.

Fermandarê Hêzên Dije Terorê General Menî Sedî ragihand; “Çekdarên DAIŞê bi otomobîl û dozerekî bombebarkirî û herwiha 10 kesên xwekuj şandine Temîmê. Ji du milan ve êrîş kirin lê êrîşa wan hate şkînandin, hemû çekdar hatine kuştin.” Sedî tekez kir, ku niha taxa Temîmê di bin kontrola wan de ye û rewş aram e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu