NûçeRojhilatanavinSûriye

Rêjîma Siyonîst alîkariyan ji bo têrorîstên li Golana Sûriyê dişîne

Rêjîma Siyonîst li çarçova piştgiriyên xwe ji têrorêîstan, çend ton alîkariyên cûrbicûr ji bo dijberên sûrî û têrorîstan ku li bilindahiyên Golanê ne, şandiye.

Li gorî rapora roja Îniyê ya YJCyê, Ev alîakrî kon, xwarek, alavên pizişkî û dermanî her wiha kinc û cil û berg bûn ku ketine destê dijberên dewleta Sûriyê.

Şandina van alîkariyan bi destpêbûna opêrasiyona artêş û hêzên sûrî ji bo azadkirina hin navçeyên bin dagirkeriya dijberan li parêzgehên Dera û Quneytereyê li başûrê rojhilata Sûriyê hevdem bûye.

Sûriyê eva zêde ji heft salan e ku bi amadebûna komên çekdar û têrorîst weke DAIŞ û bereya Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçeyê va tên piştgirîkirin, tûşî qeyranê bûye.

Welatên rojavayî bi hevrêtiya Amerîka û hevpeymanên navçeyî yêîn Waşîngtonê weke Erebistanê hwil didin bi parastina komên têrorîst ji wan Cebheya Nusreyê, dewama qeyranê li Sûriyê bi rê ve bibin.

Başa dön tuşu