AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokwezîrê Tirkiyê re gotiye ku piştî operasyona Mûsilê wê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim gotiye ku piştî operasyona Mûsilê wê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bi rêya telefonê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî geriya. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Yildirim di hevdîtinê de gotiye wê hêzên xwe piştî operasyona Mûsilê ji Başîkayê vekişînin. Yildirim behsa hevgirtina xaka Iraqê kiriye û gotiye ku ew li gel berdewamkirina peywendiyên aborî û bazirganiyê yên bi Iraqê re ne. Yildirim daxwaza civîna hevbeş a wezîran a herdu welatan kiriye. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî gotiye ku pêwîst e hemû welatên cîhanê rêzê li serweriya Iraqê û hevgertina xaka Iraqê bigirin û wiha axivî: “Pêwîste Tirkiye hêzên xwe ji kampa leşkerî ya Başîkayê vekişîne û wê yekê jî ragihîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu