CîhanEwropaNûçe

Sûdwergirtina siyasî ya Trump ji xwenîşandana gelê Fransayê

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Şemiyê li peyamekê ku li ser Twittera xwe weşand, ragihand ku Lihevkirina Rewşa Hewayê ya Parîsê ji bo Frasnayê baş nexebitî û nerazîtî û alozî li vî welatî berfireh bûye.

Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku gelê Fransayê li dijî parastina Jîngejhê ne û mîna amerîkiyan Trump dixwazin.

Ev îdiaya Trump di rewşekê da tê hilêxistin ku encamên rapirsînan nîşan dide ku  nerazîtiya ji xebata wî li Amerîkayê gihîştiye asta herî jorîn.

Berovajiya îdiaya Trump, xwenîşandana gelê Frasnayê bi navê Tevgera Êlekzeran bi nîşana nerazîtiya li hemberî karê dewleta Fransayê ya zêdekirina bac û xeraca li ser bihayê ardûyê û dijayetiya tev pergala sermayedariyê pêk hatiye.

Kiryara Trump a derxistina Amerîkayê ji Peymana Rewşa Hewayê ya Parîsê di sala 2017an da tûşî gellek rexneyên navxweyî û derveyî bûye.

Başa dön tuşu