NûçeRojhilatanavinSûriye

Lavrov: Esed berevanîya hemî navçê dike, em ê heta dawîya 2018 li Sûriyê bimînin

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê pêgirî kir ku serokomarê Sûrîyê ne tenê serwerîya netewî û tifaqa Sûrîyê belkî tevahîya herêmê li hemberî têrorîsmê diparêze.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA NEWS) Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê pêgirî kir: Divê gelê Sûrîyê bi xwe têkildarî pêşeroja welatê xwe biryarê bide, ew hez nakin karesatên wek tişta ku di dehsalîyên vê dawîyê de li welatên Rojhilata Navînê û Rojhilata Nêzîk qewimîye nemaze piştgirîya Amerîkayê ji têrorîstan li Efganistanê û êrişa ser Iraq û Lîbîyê dubare bibin.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê bal kişand ser vê yewkê ku kiryarên komên têrorîst ên DAIŞ û Cebhet ul Nusrê pêşîya cihanîna tam a rêkeitnama kêmkirina gêreyê li başûra Sûrîyê girtine û got: Rûsîye tu wexta berî kutabûna sala 2018`an hêzên xwe ji Sûrîyê dernaxe û demajoya vekişîna hêzên ûris ji Sûrîyê maye ser demajoya alûgur û bûyerên li Sûrîyê.

Lavrov herwiha got: Rûsîyê tenê du navendên leşkerî li Sûrîyê hene ku gemî û balafirên cengê yên wî welatî li wan bi cih bûne.

Vî rayedarê rûs têkildarî biryara berfirekirina deshilata Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî pêgirî kir: Ev biryara Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Kîmyewî bi giranî binpê dike û Moskow ji bo serrastkirina vê rewşê hewil dide.

Lavrov di bersiva vê pirsê de ku gelo Rûsîyê pêbawerî li Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî heye yan na? got: Me heta vê dawîyê jî ev pêbawerîya parastibû lê ev sazîya du rojan berî niha ku Ingilîsê û hin welatên din civîneke taybetî vê sazîyê lidar xistin, bi awayekî cidî bû pêkenî û pêlîstok, ev meseleya bi awayekî teqil nehatîye hilkolandin û ev rêya gellekî bitehlûke ye.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê herwiha got: Dema lidarxistina vê civîna taybet û biryardayînê, lîstikên curbicur hatin bikaranînê, wek mînak bilîtên sefera nunerên hin welatên piçûk ku nûneratîya wan li Lahê tinebû û nedikarîn xercên mayîna li hotelan û xercên din bidin, hatin kirrînê.

Lavrov pêgirî kir: Eva ku welatên rojavayî hin boykotan ser Rûsîyê da disepînin, nîşan dide ku Moskow nikare bawerîya xwe li wan bîne.

Başa dön tuşu