IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Kurdistan ji Iraqê cida nabe

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê naxwaze ku xwe ji vî welatî veqetîne.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê berêvariya sêşemiyê piştî civîna desteya wezîran li nav koma nûçegihanan li Bexdayê bal kişande ser sefera Mesûd Barzanî bo Bexdayê piştî pênc salan ji dawîn sefera wî bo paytexta Iraqê û got: Li vê seferê yê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerê Mûsilê werin hilkolandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ebadî yek ji mijarên gotûbêja di navbera Bexda û Hewlêrê da mijara derfirotina niftê ji Herêma Kurdistana Iraqê zanî û got: Divê mijara derfitonan niftê ji Herêma Kurdistanê were ronkirin.

Serokwezîrê Iraqê her viha li bara dema destpêkirina opêrasiyona azadkirina Mûsilê got: Dema êrîşa li ser Mûsilê girêdayî bi amadetiya hemî hêzên beşdar li vê opêrasiyonê û garantiya parastina canê welatiyan e.

Heyder Ebadî bal kişande ser rola girîng a hêzên seferberiya gelanî (Heşdi Şeibî) li têkoşîna li hemberî têrorîsmê û destnîşan kir: Hêzên iraqî bi beşdariya rêxistina gelanî ya Heşdi Şeibî li şerê dijî têrorîsmê tecrube bi dest xistine.

Serokwezîrê Iraqê nerazîtiya xwe ji pêvajoya xistina ber pirsê û şirovexwestina (istîzah) ji wezîran li parlimanê jî diyar kir û got: Nabe ku kar û xebatên dewletê bi vî karî werin rawestandin an dewlet lawaz bibe.

Ebadî her viha tevî rexneya ji Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku demeke diyarkirî ji bo destpêkirina opêrasiyona Mûsilê ragihandibû got: Bila Tikiye bizane ku ti rola vî welatî li şerê azadkirina Mûsilê tine.

Ebadî di eynî demê da got: Elbete Iraqê peywendiyeke baş digel Tirkiyê heye, wisa ku digel welatên din ên cînar heye û dixwaze ku Tirkiye di çarçoveke viha da hevkariyê bike.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Eger Tirkiye nigeranê PKK`ê ye, axa Iraqê şûna şer û pevçûnên leşkerî nine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu