Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê 5 zarok û 35 naskiriyên wî revandin

Êzdiyên Şengalê yên ku 3 sal berê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin li benda xelaskirinê ne. Husein Bozanê ê Şengalî yê ku niha li kampa penaberan dimnîne ji Sputnikê re axivî. Bozan dibêje ku DAIŞê 3 kurên wî, 2 keçên wî û 35 naskiriyên wî revandine. Bozan li benda rizgarkirina wan e.

Bozan got, “Ez li benda rizgarkirina lawên xwe, naskiriyên xwe û hemû Êzdiya me.” Bavê ku 35 naskiriyên wî destê DAIŞê de ne giryane wiha diaxive, “Gelo çima Amerîka, Rûsya û Ewropa DAIŞê xilas nakin? DAIŞê em perişan kirin. Malbatên me belawela bûn. Herdu keçên min yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne hêjî tedawiya saykoljîk dibînin. Em niha li kampê dimînin. Em naxwazin vegerine Şingale, Çimkî em vegerine wir dê birînên me der bidin dîsa. Li warê me, li gundê me tiştên nebînayî anîne serê me. Merên me bi komkî kuştin, jin û keçên me revandin tiştên xirab anîne serê wan.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu