IraqNûçeRojhilatanavin

Şandeyeke YNKê bi Abdulmehdî re civiya

Şandeyeke YNKê gihîşte Bexdadê û bi Abdulmehdî re civiya.

Duh roja yekşemê 2-12-2018`an, şandeyeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana Bexdadê kir û bi serokwezîr Adil Abdulhadî re civiya.

Di wê barê de, endamê koma YNKê di encûmena nûneran ya Êraqê de Merîwan Nadir ji PUKmedia`yê re daxuyaniyeke taybet da; Îro roja yekşemê şandeyeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di asteke pir bilind de, serdana Bezxdadê kir û li gel serokwezîr Adil Abdulmehdî civiya.

Ji aliyê xwe ve jî, endamê encûmena nûneran ya Êraqê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hesen Alî daxuyaneiyeke taybet ji bo PUKmedia`yê ragihand; Ji bo yekaliîkirina wezaretên ku hîn mane, di encûmena nûneran de nehat bi dawî kirin, ji ber ku dem kêm bû, ji bo rûniştina dahato hat paşvexistin.

Başa dön tuşu