IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê 55 malbatên iraqî li rojavaya Mûsilê rehîn girtin

Bingehekî ewlehiyê li parêzgeha Nêynewayê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê 55 malbatên iraqî ku dil hebûn ji navça El-Fêyseliye li rojavaya Mûsilê birevin,rehîn girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Medî Press`ê, Bingeheke ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê ku xwest navê wî eşkera nebe ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê 55 malbatên iraqî ku dil hebûn ji navça El-Feyseliye li rojavaya Mûsilê birevin,rehîn girtin û birine ciyekî nediyar.

Piştî destpêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, awareyên ku ji destê terorîstan direvin her diçe zêde dibin.

Li gor rapora IRIB News’ê ji zarê ajansa nûçeyan a Fransayê,Komîsariya Penaberan a NY (UNHCR) ragihand ku ji çaxê destpêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan zêde ji 100 hezar ji xelkê vî bajarî aware bûne û ev hejmara her diçe zêde dibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu