IraqNûçeRojhilatanavin

Balafirên Iraqê 100 çekdarên DAIŞê li ser sînorê Sûriyê kuştin

Li gor şaneya ragehandina şer ya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê 100 çekdarên DAIŞê li ser sînorê Sûriyê ji aliyê balafirên şer yê Iraqê ve hatin kuştin.

Îro, roja Sêşemê 9.05.2017 şaneya ragehandina şer ya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê daxuyaniyek belav kir, tê de kuştina 100 çekdarên rêxistina DAIŞê li qezaya Ene û El-Qaim ku, dikevin ser sînorê Sûriyê ragehand.

Li gor daxuyaniya Şaneya şer da zanîn ku, ku, balafirên şer 11 êrîş li ser qezaya Ene û El- Qaim encamp dan, tê de 47 çekdar li qezaya Ene hatin kuştin û 53 jî li qezaya El- Qaim hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu