IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê du pirên li hundirê Mûsilê teqandin

Serokatiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku DAIŞ`ê du pirên sereke li rojhilatê Mûsilê teqandin ta ku rê li ber pêşketina Artêşa Iraqê bigire.

DAIŞê pira pêncemîn û ya hesinî yên nava bajarê Mûsilê teqandine.Li gorî nûçeyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya şêr ya Iraqê wiha ragihandiye: “Gava hêzên me li berava çepê bi pêş de diçûn û bi ser diketin û nêzîkî qeraxa çepê ya çemê Dicleyê dibûn, terorîstên DAIŞê pira pêncemîn û Hesinî teqandin ta ku nehêle hêzên me bi pêş de biçin.” Herwiha DAIŞê duh pira çaremîn a ku beşên rojhilat û rojavayê yên Mûsilê digihîne hev teqandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu