CîhanEwropaNûçe

DAIŞê êrişa Londonê girt sikura xwe

Koma terorîst a DAIŞê şeva borî bi weşandina daxuyaniyekê kişand sikura xwe ku êrişa terorîstî ya li Londonê paytexta Brîtanyayê karê wê bûye.

Li gor Fars Newsê, roja înê ciwanekî 28 salî bi navê Osman Xan bi kêrê (gezlîkê) êrişî ser komeke xelkê li devera Pira Londonê ya navenda vî bajarî kir ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û3 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Londonê ev kesê êrişkar ku êleka teqandinê ya nerastîn li xwe kiribû bi gullan kuşt.

Li van salên dawiyê Brîtanya çendîn caran bûye hedefa êrişa terorîstan ku piranî endamên DAIŞê ne û di encama wan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Asta hişyariya terorîstî li Brîtanyayê ji Tebaxa 2014 heya niha gihêştiye pileya 4 ji 5 ku eva tê vê wateyê ku êrişên terorîstî li vî welatî her dem muhtemel e.

Wezlatên ewropî ji wan Brîtanyayê heya vê demê çi ji destê wan hatiye bona terorîstan kirin û niha ku terorîst vedigerin welatên ku tê de dijî, ew rastî talukê kirine.

Başa dön tuşu