CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya dawîyê ya civîna cîhanî ya Hejêkirinê Ehli Beytê (S)

Pişkdarên civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) û Meseleya Tekfîrîyan li Têhranê li dawîya civîna xwe bi daxûyanîyeke dehxalî, pêgirî li ser girîngîya “meseleya Filistînê“ û “azadkirina Qudsa şerîf“ kirin.

Li daxûyanîya dawîya civîna cîhanî ya Hejêkirinê Ehli Beytê (S) û Meseleya Tekfîrîyan, pêgirî li ser girîngîya meseleya Filistînê û azadkirina wî û piştgirîya ji helwestên Komara Islamî ya Îranê û mêhwera berxwedanbûna wî hatîye kirin.

Li vê daxûyanîyê hatîye ku di qonaxa niha de ku cîhana islamê zêdetir ji her demî di encama fitnekarîya dewletên zorbêj, hin hikimdarên paşvero û komên paşvero û tekfîrî de tûşî bêtifaqî, şer û gêreyên firqeyî, etnîkî û mezhebî bûye, naskirin û bangeşekirina bo isûl û fêrkarîyên islama resen a Hezretê Mihemed (S) û vexwendina şêwaza jîyan û hizrên pêxemberê rehmet û dilovanîyê pêwîst in.

Li gorî vê daxûyanîyê, islama resen a hezretê Mihemed (S), islama Quran û Ehli Beytê (S) ser bingeha meinewîyet, cehad, şehîdbûn, dadmendî û rûmet, maqûlbûn û serbilindkirê ometa islamê, li dijî zilm û sitemê, piştgira armanca Filistînê sekinîera li hemberî sîyasetên zordar û cehanxwaran û piştgira belengazan e lê, islama amerîkî, islama paşveroyên bîrteng û pawanxwaz, darê destê zilhêzên zorbêj ji bo bidestxistina armancên şeytanî yên xwe, dabînkera berjewendîyên Rêjîma Sîyonîst û xayîn li hemberî armanca Filistînê ye.

Li vê daxûyanîyê basa sedemîn salvegera daxûyanîya rezîl a Balforê ku di encamê de warên islamî hatin perçekirinê û tovê kanserê ango Rêjîma Sîyonîst li nav dilê welatên islamî hat damezirandinê hatîye kirin û tê gotin: Digel ragihandina piştgirîya giştalî ji Berxwedana Islamî, pêgirî li ser azadkirina hemî warê dagirbûyî yên Filistînê û retkirina her cure lihevkirina digel Rêjîma Sîyonîst û jordabirina agahî û hişyarîya gelên misilman tê kirin.

Civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) û Meseleya Tekfîrîyan bi pişkdarîya zêde ji 800 alim, feqîh, zanyar û bijareyên mezhebên islamê yên ji 94 welatên dinyayê li gorî gazîkirina Civata Cîhanî ya Hişyarîya Islamî rojên çarşem û pêncşemê, 22 û 23`yê Mijdarê li Têhranê hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu