Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ`ê gaza Xerdelê li bakûra Heleba Sûrîyê bi kar anîye

Mêdyayên Sûrîyê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li êrişa ser parêzgeha Helebê gaza Xerdelê bi kar anîye.

PressTV`yê ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê bi gulleyên hawanê yên hilgirê gazên jehrî êrişî bajarê Mare li 40 KM bakûra bajarê Helebê kirin.

Li gorî vê raporê, gaza ku li van gulleyên hawanê hatîye bikaranînê, gaza Xerdelê bûye û bi dû vê êrişê hejmareke gelê vî bajarî tûşî pirsgirêka bêhnistandinê bûn.Gaza Xerdelê dibe sebeb postê mêriv bişewite û pol bide û hevwiha sîstema bêhnistandin û bêhndayîna mêriv aloz dike û dibe sedema fetisînê.

Li gorî gotina çavkanîyên sûrî, têrorîstên DAIŞ`ê bi caran bi gullên hawanê yên kîmyewî êrişî bajarê Mareê kirine, bajarê ku li gorî gotina çavkanîyên meydanî niha ji sê hêlan va ji alîyê têrorîstan va hatîye dorpêçkirin.

Li gorî rapora komeke pizişkî ya sûrî-amerîkî, koma têrorîst a DAIŞ`ê di pevçûnên li Sûrîyê da zêde ji 160 êrişên kîmyewî yên bi madeyên Sardîn, Kolor an Xerdelê pêk anîne ku di encama wan da nêzî 2 hezar û 500 kes hatine kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu