IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê mal kirine zîndan û îşkencexane

Çekdarên DAIŞê li Mûsilê hinek mal weke zîndan û cihê îşkenceyê bikar anîne.

Taxa Zihûr ev çend roje ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin. DAIŞê di nav vê taxê de hinek xanî weke zîndanê bikar aniye.

DAIŞê avahiyeke du qatî kiriye zîndan û di qatekê de çekdar mane û belgeyên derbarê girtiyan de hene. Qata duwem jî bi deriyên hesin weke hucreyên biçûk ên girtiyan hatiye çêkirin.  Di odeya mezin a girtiyan de jî kamerêyên çavdêriyê hatine bicîhkirin. Di vê girtîgehê de şûna îşkenceyên û herwiha cihê taybet ê jinan jî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu