IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê tankêra bombebarkirî bi mûsiliyan ve teqand: 24 kuştî û bi 10an birîndar

Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê tankêreke bombebarkirî bi mûsiliyan ve teqand, di bûyerê de 24 kes hatin kuştin û bi10an kes jî birîndar bûn.

Rêxistina terorîst a DAIŞê îro bi rêya xwekujekî xwe tankêreke neftê ku bi bombeyan hatibû arastekirin li taxeke bajarekê Mûsilê bi welatiyan ve teqand. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqîna tankêrê de, 24 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar.

Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi serpereştiya artêşa Iraqê û bi piştgiriya balafirên hêzên hevpeyman didome û li gorî agahiyên çavkaniyên iraqî heta niha zêdetirî ji sedî 25ên bajêr ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye deranîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu