LubnanNûçeRojhilatanavin

Damezrandina dewleta Libnanê piştî 9 mehan

Seid Herîriyê serokwezîrê erkdarkirî jibo damezirandina dewleta Libnanê ku berêvara Pêncşemiyê jibo danasîna endamên dewleta xwe bo Mîşil Ewnê serokomarê vî welatî çûbû Koşka Bei’bedayê (Baabda), piştî bidawîhatina civînê digel Ewn û Nebîh Birrîyê serokê Parlimanê damezirandina dewleta vî welatî ragihand.

Damezrandina dewleta Libnanê ji ber nakokiyên heyî navbera partiyên vî welatî li ser endaman, 9 mehan dirêj bû.

Herîrî piştî ragihandina damezirnadina dewleta nû ya Libnanê bi bîr xist ku hevkariya navbera endamên kabîneyê tevî hebûna kêşeyên ewlehî, civakî û aborî şertek girîng e.

Serokwezîrê Libnanê bi gotina vê yekê ku dewleta nû ya vî welatî “Dewleta Sermiyandanînê” ye, li ser pêwîstiya hewildana jibo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Libnanê û xurtkirina beşa berhemanînê li vî welatî pêgirî kir.

30 endamên kabîneya nû ya Libnanê hene.

Pêştir wezaretxaneyên bingehîn ên Libnanê ketiye destê kesayetiyên nêzikî Berxwedanê (Hizbullaha Libnanê).

Başa dön tuşu