NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasiyona berfireh a artêşa Sûriyê dijî grûpên terorîstî

Bingehên sûrî ji pêşketina artêşa vî welatî li derûdora Şamê û paqij kirina van navçan ji destê terorîstan xeber dan.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn Li operasiyona artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê dijî terorîstan li bajarê Daryayê li parêzgeha Rîfa Şamê çend navçên din ên vê parêzgehê ji destê terorîstan azad bûn.

li vê opersiyonê bi dehan terorîst hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gorî raporeke din, şer û pevçûna di navbera terorîstên ser navê bereya Fethul-Şamê û Ehrarul-Şamê li aliyên başûr û başûra rojavaya parêzgeha Helebê li bakûra vî welatî hîn jî berdewam e.

Hêzên artêşa Sûriyê her wisa pê mûşekan kombûna terorîstan li riya gundê El-Hemîdiye li derûdora Qunêyterê li başûra rojavaya Sûriyê kirine ber hedefa êrişên xwe ku bû sebeba kuştina hemû terorîstan.

Pêgeha terorîstan li zankoya eskerî ya başûra Helebê jî kete ber hedefa êrişa hêzên hewayî yên artêşa Sûriyê.

Hêzên artêşa Sûriyê li rojavaya bajarê Humsê jî pêşiya êrişa terorîstan girtin ku li vê operasiyonê jî birek ji terorîstan hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Derayê terorîstan pê gulleyên hawanê êrişî ser malên xelkê sivîl kirin ku ji ber vê êrişê birek ji xelkê sivîl birîndar bûn.

Grûpên terorîstî îro sibê êrişî ser malên xelkê bajarokê El-Zehrayê li derûdora aliyê bakûiye Helebê kirin.

Her wisa ji ber êrişa mûşekî ya terorîstan ser navça Zahiye Herêsta ya derûdora Şamê kesekî sivîl hate kuştin û birek jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu