CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Danezana encamê ya Lûtkeya Serokan a G-20ê hat weşandin

Di danezana encama G20ê ya ku 20 aboriyên herî mezin ên cîhanê anî ba hev û bi mazûvantiya Japonyayê li Osakayê hat lidarxistin da gotina “parastinê” nehat bikaranîn û hewcehiya polîtîkayeke bazirganiyê ya navneteweyî ya “serbest” û “adil” hat destnîşankirin. 

Lûtkeya Serokan a G20ê ya ku bi serokatiya heyamê ya Japonyayê li Osakayê hat lidarxistin xilas bû. Piştî lûtkeya ku 2 rojan dewam kir danezana encamê ya ji 43 madeyan pêk tê û ji hêla hemû endamên G20ê va hatiye îmzekirin hat weşandin.

Di danezanê da hişyarî hat dayîn ku “pêşketina aborî” kêm maye û hat destnîşankirin ku bi zêdekirina rageşiyên bazirganî û jeopolîtîk xetere ber bi jêr va ne.

Di danezanê da cî nedan îxtilafên bazirganiyê yên ku di navbera Amerîka, Çîn û welatên din da zêde dibe û hat diyarkirin ku dijî dijwariyên ku bazirganiya elektronîk, hişê biaqil û înterneta nesneyan derxist holê hewcehî heye ku bêtir bixebitin.

Di danezanê da hat destnîşankirin ku dê nirxandina xetereyên ji bo bazirganî û veberhênanê bidomin û ji bo ku ev xetere ji holê bên rakirin dê pêngavên hewce bên avêtin û wiha hat gotin: “Em ji bo ku atmosfereke veberhênan û bazirganiyê ya azad, adil, cudaker nîne, zelal û biîstiqrar ava bikin û bazarên xwe vekirî bihêlin hewl didin.”

Serokên G20ê di danezana encamê da diyar kirin ku dê bazarên xwe vekirî bihêlin û piştgiriyê bidin reformên hewce yên Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê û di vê mijarê da ji bo ku “şertên wekhev” ên navneteweyî ava bikin dê bixebitin.

Erebistana Siûdî sala bê dê wek serokê heyamê yê G20ê mazûvantiya Lûtkeya Serokan a G20ê ya ku dê sermaweza 2020î da bê lidarxistin bike.

Başa dön tuşu