FilistînNûçeRojhilatanavin

Danîna hin sînor û berbendan li dijî nimêjkirên filistînî li Qudsê

Eskerên Rejîma siyonîst li dijî nimêjkirên filistînî li beşên curbicur ên Qudsê û derdora mizgevta Eqsayê, ewna bisînor kirin.

 Li gorî rapora navneda ragihandinê ya  Filistînê, hejmareke zêde ji hêzên polîs û yekîneya garda sînorî ya Îsraîlê ji sibeya roja  sêşemiyê li beşên curbicur ên Qudsê û mizgevta  El-Eqsayê bi cih bûne.

Polîsê Rejîma  Siyonîstî bi daxûyaniyekê ragihand ku  tenê zarokên  bin 12 salan û mêrên  jorî 40 salan  dikarin herin nav mizgevta Eqsayê.

Tevî tedbîrên  ewlehiyê yên  taybet ên artêşê û polîsê Rejîma Îsraîlê her roj bi sedan nimêjkirên  filistînî ji navçeyên curbicur ên  kêleka  rojavaya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî jibo lidarxistina  merasimên  xwe yên olî diçin mizgevta Eqsayê.

Mizgevta Eqsayê bûye meydana liv û tevgerên esker û bajaroknişînên  siyonîst jibo ku pênaseya  Îslamî û xiristiyanî ya  Beyt Ul-Muqedeseê  ji nav bibin û sembol û hêmayên  siyonîst li wir daynin.

Întifaza Qudsê ji 1 Cotmeha 2015`an  jibo protestokirina destdirêjiya eskeran û bajaroknişînên  siyonîst ser nirxên  Îslamî yên Filistînê û  di serî de  mizgevta Eqsayê pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu