EwropaNûçe

David ‪Cameron‬ ji wezîfeya serokwezîrtiyê istîfa kir

Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron piştî encamên referandumê ji bo ku dijberên Yekîtiya Ewropayê bi ser ketin, ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Cameron di axaftina xwe ya li hemberî çapemeniyê de pesnê referandumê da û got: “Me mezintirîn çalakiya demokrasiya dîroka xwe li dar xist. Îro gelê BrÎtanya, Bakurê Îrlanda, Wales û Skotlendayê bi hev re deng da. Em pê bi rûmet in ku me demokrasiyeke parlamentar heye û dema pêwîst e em ji gel jî dipirsin. Gelê brîtanî biryar da ji Yekîtiya Ewropayê derkeve. Divê em rêz ji biryara gel re bigirin.”
Cameron dema îstîfaya xwe eşkere kir û got: “Ez dê wekî kaptan hewl bidim di vê demê re welatê me birêve bibim. Lê ne bawer im karê min e ez giftûgoyên cihêbûnê digel YEyê bikim. Cotmehê pêwîstiya me bi rêberekî nû heye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu