NûçeRojhilatanavinSûriye

Dawiya cinayet û zılmen hevalbendiya amerîkî nayê

Ji ber êrişa hevalbendiya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîkayê ser bajarê Reqayê 30 welatiyên sûrî hatine kuştin an birîndar bûn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ji ber êrişa duh sêşemiye hevalbendiya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîkayê ser bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê  30 welatiyên sûrî hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

29 û 30 Tîrmehê jî hevalberndiya amerîkî êrişî ser xelkê Reqayê kir û gelek ji xelkê sivîl ê Sûriyê ku para pirtir a wan jin û zarok bûn, kuştin.

Bingehên nûçan ragihandin ku ji ber êrişa hevalbendiya amerîkî ser xelkê parêzgeha Dêyrezûra Sûriyê li 27, 28 û 29 Hezîranê zêde ji 90 welatiyên bêguneh ên Sûriyê ku gelek ji wan jin û zarok bûn hatine kuştin.

Hevgavê dewama êrişên hevalbendiya amerîkî ser sivîlên sûrî, wezareta karên derve ya Sûriyê jî bicaran li nameyên cuda bo Konseya Ewlehiyê û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), hevalbendiya dijî DAIŞê, hevalbendiyeka neqanûnî û derveyî çarçoveya vê rêxistinê daye zanîn û li ser jinavçûna wê pêgîrî kiriye.

Amerîka û çend welatên hevpeymanên wî, ji meha Tebaxa 2014`an ve bi mihanea şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê, derveyî çarçoveya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û bêyî hevahengiya bi dewleta Sûriyê, hevalbendiyek pêk anîne.

Vê hevalbendiya amerîkî heya niha gelek ji welatiyên bêsûc ên sûrî li parêzgehên Dêrezor, Reqa û Helebê li bakûra Sûriyê kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu