ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îdiayên pêkenî yên Nêtanyahû dihatin çaverêtîkirin

Berdevkê Wezzareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî îdiayên serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Piştî serketina Amerîka û Rêjîma Siyonîst li warê cihanîna sênaryoyên dijî Îranê, ev şano û îdiayên pêkenî ji aliyê rêjîma dagirker a siyonîst va dihatin çaverêtîkirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Berdevkê Wezzareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî berbanga Îniyê derbarê îdiayên nû yên serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li Civîna Civata Giştî ya NY, got: Ev şanoyeka dubare û berdewam ji aliyê rayedarên rêjîma xasib a Israîlê ye ku eger çi hêjayî hilêxistina wê tune, lê em wê derew dizanin.

Qasimî her wiha got: Piştî têkçûna hemî rêbaz û dek û dolabên siyonîdt û amerîkiyan ji bop xerakirina rûyê Îranê li civîna vê dawiyê ya Civata Giştî ya NY, ev çaverêtî hebû ku ku ewna berê xwe bidin sênaryoçêkirin û hilêxistina derewan li dijî bernameya bi aştî ya Îranê û ji bo vegerandina avrûya xw eya jidestçûyî dest bi hewildaneka kirêt bikin.

Berdevkê Wezzareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: tenha jêderka hilkoaldnina babetên atomî, Ajansa Navneteweyî ya Enêrjhiya Atomî ye ku çavdêriyên xwe yên berdewam û ceribandina rastiyê berdewam pêk tîne û heta niha bi 12 raporan sozdarioya îranê derbarê hemî soz û berpirsiyariyên li Lihevkirina Atomkî piştrst kiriye.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî wek berteka li hemberî şanoya dubare ya serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li NY û îdiaya navendên veşartî yên atomî li Têhranê, got ku ev rêjîm nikare bi sextekariyên çekên xwe yên navokî veşêre.

Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîm,a Siyonîst roja Pêncşemiyê bi dubarekirina tawan û îdiayên pûç ên berê yên xwe û bêyî amajeya bi ambarkirian bi sedan kumikên atomî li ambara atomî ya vê rêjîmê, îdia kir ku ambareka nihênî ya atomî li nêzikî Têhranê heye.

Nêtanyahû 6 salan beriya niha jî li NY bi nîşandana nigareyekê îdia kiribû ku Îranê li bereberê bidestxistina bombeya atomê ye.

Başa dön tuşu