AsyaNûçe

Dawiya dîlgirtinê li navenda polîsê Rewanê

Dîlgirtina duhefteyî li Rewana paytexta Ermenistanê bi teslîmbûna kesên çekdar bi dawî hat.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Press TV`yê, kesên çekdar roja yekşemiyê, 31`ê Tîrmeha 2016`an, rojekê piştî wiya ku polîs gef xwar ku wê êrîşî ser vê navendê bike, eçekên xwe li erdê danîn û xwe radest kirin.

Rêxistina Ewlehiya Neteweyiya Ermenistanê bi daxuyaniyekê ragihand: `Opêrasiyona dijî têrorîsmê ya hêzên ewlehiyê piştî wiya ku endamên vê koma çekdar çekên xwe radest kirin û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn, bi dawî hatiye.`

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye ku bîst `Têrorîst` hatin girtin û ev navenda polîs bi tamî hatiye azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu