NûçeÎranRojhilatanavin

Daxuyaniya Artêşa Îranê: Artêş li hember komployên curbicur ên dijminan amade ye

Daxuyaniya artêşa Îranê: Artêş li hember komployên curbicur ên dijminan amade ye.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di daxûyaniyekê de, tevgera çekdaran û têkbirina mal û milkên giştî û têkdana ewlehiya xelkê, şermezar kir û li ser amadebûna karmendên artêşê ji bo rûbirûbûna komployên curbicur ên dijminan tekez kir.

Di daxûyaniya artêşa Îranê de, êrîşkirina ser xizmetkarên xelkê yên di bin fermana polîs de, ku her tim bi xîret û dilpakî ji bo ewlekarî û aramiya xelkê kar dikin û bi awayekî neheq rastî êrîşan tên, nayê qebûlkirin. Êrîşa li ser Qur’an, al û nirxên pîroz qet nayê qebûlkirin.Artêşa Komara Islamî ya Îranê her çendî bi tundî kiryarên şoreşgeran mehkûm kir, bi bîr xist ku serxwebûn, deshilatdarî û ewlehiya Îranê bi xwîna deh hezaran şehîdên hêja û bi ronahiya hewlên Îranê hat bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Zarokên xîret ên gelê Îranê yên di nava hêzên çekdar û neteweya mezin a Îranê de, ji bo xirabkirina rewşa dawî ji aliyê dijminan ve, tu pêşiyê nadin.”

Di daxuyaniya artêşê de her wiha hatiye: Hêzên artêşê ji bo şerê li dijî komployên curbicur ên dijminan amade ne û heta kêliya dawî li hemberî komployên dijminan dê ji ewlehî û berjewendiyên gelê Îranê biparêzin.

Başa dön tuşu