IraqNûçeRojhilatanavin

Daxuyaniya fermandetiya leşkerî ya Iraqê li bara xwenîşandana alîgirên Sedr

Odeya qeyranê ya girêdayî bi fermandetiya leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê xwenîşandana îro îniyê, 15`ê Tîrmeha 2016`an, a alîgirên Muqteda Sedr, serokê tevgeriya sedriyan neqanûnî û bêîzn da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê daxuyaniyê ji gelê Iraqê hatiye xwestin ku beşdarî xwenîşandana roja îniyê nebin û her kesek ji xwenîşanderan ku çek di destan da hebe, wê wek têrorîst li hemberî bê reftarkirin.

Ev yekem car e ku fermandetiya leşkerî ya Iraqê bi awayê rasterast gef li alîgirên Sedr dixwu û ji xelkê dixwaze ku beşdrî vê xwenîşandanê nebin.

Ev biryara li halekî da ye ku seyd Ibrahîm Cabirî nûnerê Muqteda Sedr li Bexdayê gotiye ku xwenîşandana îro rewa û qanûnî ye.

Alîgirên Sedr ji berêvariya roja pêncşemiyê û ji parêzgehên cûrbicûr hatine Bexdayê ta beşdarî xwenîşandana îro bin ku li gorî gotinan Muqteda Sedr li dijî mufsid û gendelkaran e.

Xwebexşê Seraya El-Islam a girêdayî bi tevgera Sedr hewil didin ku pişta xwenîşandanê bigirin lê dewletê ragihandiye ku eger çek di destê wan da be, wê tûşî bertekê bên.

Muqteda Sedr serokê tevger Sedr`a Iraqê li civîna ligel nûçegihanan li meydana Tehrîrê li navenda Bexdayê got: Xwenîşandana jipêş ragihandî ya roja îniyê li meydana Tehrîrê wê bi awayê bi aştî bê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu