ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran destê dostîyê dirêjî hemî misilmanan dike

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran destê biratî û dostîyê ber bi hemî misilmanan dirêj dike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê îro berî axavtina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di hevdîtina digel berpirsên welêt, mêvanên pişkdarê 32`yemîn Konfiransa Navnetewî ya Tifaqa Îslamî, sefîrên welatên islamî û hejmarek ji çîn û qatên gel da herwiha got: Dijmin dixwazin Îran wekî salên berê be û pişta mezlûmên herêmê negire lê, Komara Islamî ya Îranê bi peyrevîya ji pêxemberê hêja yê islamê (S) ji tekfîrîyan û boykotên zilhêzan natirse.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku Îran cînaran wekî birayê xwe û ewlehîya navçê jî wekî ewlehîya xwe dizane, ragihand ku hewildanên zorbêjan ji bo alozkirina rewşa herêmê bi saya kirêgirtîyên xwe yêln tekfîrî û herwiha zordayîna ser gelê mezin ê Îranê bi rêya boykotan nagihêjin encamê û pêgirî kir: Nijadperestên xapîner li herêmê, hemî rojan gelê Filistînê dikujin û gelê yemenê didin ber bombeyan.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser hevkarîya tundrêyên mesîhî, cihû û misilman û got: Roja îro hinekan bi durişma tekfîrê, civak û herêm aloz kirine û bi navê islamê û Quranê mirovan dikujin û ewlehî, namûs û şûnewarên dîrokî ji nav birine.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Daxwaza Komara Islamî ya Îranê yekitî, rehmet û hikmet e û ev babetana dê tenê di bin sîvana pêxemberê islamê (S) da werin bidestxistinê.

Başa dön tuşu