NûçeÎranRojhilatanavin

Daxuyaniya li ser ajanên Mossad ên li Îranê hatin girtin

Dozgerê Zahidanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê Mehdî Şemsabadî derbarê ajanên Mossadê yên li welêt de hatin girtin daxuyanî da.

Mehdî Şemsabadî Serdozgerê Zahidanê yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê der barê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê û got: “Bi saya operasyonên serketî yên Wezareta Karên Derva 3 kesên ku li ser navê Mossad xebatên sîxuriyê dikirin hatin binçavkirin.” got.

Şemsabadî diyar kir ku di encama lêkolînan de van kesan plana kuştina zanyarên nukleerî yên Îranê dikirin.Dezgeha Îstixbarata Sîstan û Belûçistanê di 20ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 3 kesên ku li ser navê Mossad li bajarê Zahidanê dest bi karên sîxuriyê kirine, bi fermana rayedarên dadwerî hatine girtin.

Hat ragihandin ku rola van kesan di weşandina belgeyên îstixbarata veşartî de hebûye.

Başa dön tuşu