ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Îran zêdekirina şiyana xwe ya parastinê heqê xwe yê siruştî dizane

Wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê zêdekirina şiyana xwe ya parastinê û zêdekirina hêza xwe ya berevanî û pêşgîriyê bi taybet li warê moşekan heqê xwe yê siruştî dizane û bi cidî vê yekê dişopîne.

Wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê emîr sertîp Emîr Hatemî li Civîna Navneteweyî ya Ewlekariyê li Moskowê bi sekinîna ser însiyatîva siyasî ya hevpar ji bo çareseriya krîza Sûriyê got: Îran li dij desdirêjiya leşkerî ser welatên din e û hurmeta ji bo berçavgirtina yekperçetiya axê û serweriya neteweyî ya her welatekê pêwîst dizane, vêca Komara Îslamî ya Îranê amade ye bi her welatekê hevkariyê bike daku derd û zehmetiyên gelên mezlûm ên navçê ji wan gelê Yemenê nemîne.

Wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê herwiha dijberiya xwe derheq kiryarên bi serê xwe yên Amerîkayê û serdestxwaziyên wê li navçê de diyar kir û rola Rejîma Siyonîstî ya wêrankir û bê îstiqrarkir û hewldanên wê ji bo zêdekirina tundrewî û şidetê li navçê şermezar kir û got: Îran siyaseta mudaxileyê, desdirêjiya leşkerî û perçekirina welatên navçê li dij viyan û berjiwendiyên dewlet û netewên navçê dizane.

Sertîp Hatemî herwiha got: Têkçûna DAIŞê tê wateya têkçûna siyaseta Amerîkayê li navçî, vêca tê payîn ku ev têkçûna bibe sedema pêkhatina dewreke nû ya dijminatî û neyariyan û kêşeyên nû li navçê de.

Wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê li dewamê de got: Heya dema ku sebebkarên sereke yên pêkanîna DAIŞê hebin û heya dema ku hin welatên alozîçûkir di encama rêketinamên bi dehan milyard dolarî ji aliyê Amerîka û welatên rojavayê tên bi sîlahkirin, ti hêviyeke rohn li bara bi ewleh û îstiqrarbûna navçê nakeve ber çavan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu