CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Şeytana Mezin Amerîka: Şer li dijî Îranê berdewam e

Wezîrê derve yê Amerîkayê ragehand, ku demeke din ê fişarên li ser Îranê zêde bikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku ji bo geştekî dîplomatîk serdana çend welatên rojhilata navîn dike, li paytexta Urdinê Ammanê ji rojnamevanan re ragehand, gefa herî diyar ji bo rojhilata navîn rêxistina terorîsta DAIŞê û şoreşa Îslamî ya Îranê ye.

Mike Pompeo ragehand, şer li dijî Îranê berdewam e û roj û heftiyên pêş de Amerîka fişarên xwe yên dîplomatîk û bazirganî yên li ser Îranê dê zêdetir bike.

Başa dön tuşu