ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Israîl hokara têror û şêrr li navçeyê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Koka gelek ji bêewlehî, têror û şeran li navçeya Rojhilata Navînê rêjîma dagîrker a siyonîst e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê roja pêncşemiyê, 5`ê Gulana 2016`an, li hevdîtina berpirsêîn welêt, balyozên welatên islamî li Têhranê û komek ji malbatên şehîdan ligel rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bal kişande ser 70 sal siyaseta têror û dagîrkeriya Rêjîma Siyonîst li navçeyê û her viha got: Amerîkî û siyonîst berpirsên nearamiyê li welatên navçeyê ji wan Iraq û Sûriyê ne.

Seokomarê Îranê tevî rêzgirtina li salvegera Mebiesa pêxemberê hêja yê islamê, hezretê Mihemed (S), ev roja roja rehmetê ji bo gişt cîhanê da zanîn û her viha got: Peyamberê islamê (S) ne tenê ji bo misilmanan belkê ji bo gişt mirovahiyê sembola rehmetê bû, ji ber ku riya hidayetê nîşanî xelkê da.

Rûhanî bal kişande ser tawanên ku roja îro li cîhanê bi navê têrorîsm û tundiyê li dijî islamê tên hilêxistin û destnîşan kir: Ji aliyekî va dijminên islamê yên rojavayî ku ev çend sed sal in li dijî islamê propagandayê dikin û ji aliyê din va dostên nezan yan kirêgirtî wek du lêvên meqesê ji bo hebûna islamê gef çê kirine. Serokomarê Îranê armanca nizamam islamî pêkanîna aştî û aramiyê li seranserî cîhanê da zanîn û her viha got: Îran dê li hemberî kuştina gelê Yemenê ji aliyê welatekî ku xwe wek xizmetkara heremên pîroz dizane, bêdeng nemîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu