IraqLubnanNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya Wezareta karên hundir a Iraqê derbarê girtina Necmedîn Kerîm li Bêyrûtê

Wezareta karên hundir a Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku parêzgarê berê yê Kerkûkê bi hewildanên vê wezaretxaneyê li Libnanê hatiye girtin, ragihand ku dê hemî hewildana xwe jibo cihanîna qanûnê û vegerandina wî bi kar bîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Sumiriye Newsê, Wezareta karên hundir a Iraqê wek berteka li hemberî raporên li ser girtina Necmedîn Kerîm, parêzgarê berê yê parêzgeha Kerkşkê di dema daketina li firokexaneya navneteweyî ya refîq Herîrî ya bajarê Bêyrûta paytexta Libnanê û azadkirina wî bi danîna Wesîqeyê (Diravê di berdêla azadkirina demkî de) daxûyaniyek da û hin şîrove raber kirin.

Di daxûyaniya Wezareta karên hundir a Iraqê de hatiye: Ji aliyê Interpolê ji me ra hat ragihandin ku wan li gorî qanûnên vî welatî kesê tawanbar bi danîn aWesîqeyê azad kirine û pasportê wî jê istandine û qedexeya seferê li ser wî sepandine. ewna li benda dosyeya vegerandina wî bo Irqê ne ku dê ji aliyê rayedarên têkildar ên Iraqî va bê şandin da ku li gorî lihevkirinameya radestkirina kesên di bin şopandinê da ya wajokirî navbera du welatan di sala 1929an da, tawanbar bê radestkirin û li Iraqê were darizandin.

Necmedîn Kerîm tawanbar e ku 16 miliyon dolar ji derhata nifta Kerkûkê diziye.

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Çarşemiya bihurî destnîşan kiribû ku li bajarê Bêyrûtê azad e û bi zûtirkê dê vegere  bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê.

Başa dön tuşu