EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya YE`yê têkildarî rêketinama atomî ya Îranê

YE li daxûyanîyekê ragihand ku civîna wezîrê karên derve yên Îranê 5 welatên wajokirê rêketinama atomî, wê înîya bê li Vîyenê bê lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, li daxûyanîya YE`yê ku îro hat weşandinê, hatîye ku civîna endamên Komsyona Hevpar a Rêketinama Atomî di asta wezîran de, wê 6`ê Hezîranê li şarê Vîyen paytexta Otrîşê were lidarxistin.

Ew civîna dê bi serokatîya Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û bi pişkdarîya wezîrên derve yên Çîn, Fransa, Alman, Ûrsêt, Ingilîs û Îranê bê lidarxistin.

Li wê civînê, li gorî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama atomî, wê rêkên parastin û dewama cihanîna rêektinama atomî bên hilkolandin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de vekişîna vî welatî ji rêketinama atomî û sepandina dubare ya boykotên navokî ser Îranê de ragihand.

Başa dön tuşu