Daxwaza damezrandina Komxebata Peydakirina Rasitiyê li bara dîplomatên revandî yên îranî li Lubnanê
Kardarê balyozaxana Îranê li Beyrûtê, daxwaza pêkanîna Komxebata Peydakirina Rasitiyê ji bo kivşkirina çarenivîsa çar dîplomatên îranî yên revandî li Lubnanê kir.
5ê Tîrmeha 1982`an kirêgirtiyên Rejîma Siyonîstî li kiryareke terorîstî, Seyd Muhsin Msewî, Ehmed Mutewesiliyan, Kazim Exewan û Teqî Restigar Muqedem, çar dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê li axa Lubnanê revandin.
Ehmed Huseynî, roja Îniyê li merasima 36`mîn salvegera rewandina çar dîplomatên îranî li Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku Tîrmeha 1982`an beşeke berfireh ji Lubnanê di lepên Rejîma Siyonîstî de bû û got: Berpirsê sereke yê cinayeta revandina dîplomatên îranî, dagirkirên siyonsît in.
Kardarê balyozaxana Îranê li Beyrûtê destnîşan kir: Rejîma Siyonîstî tim cinayet û sersariya xwe li hember qanûn û qayîde û qirarên navneteweyî didomîne û destdirêjî û dagirkeriya xwe li Filistînê bi taybet Xezeyê, her wiha Lubnanê didomîne.
Wî teqez kir: Divê Komxebata Peydakirina Rasitiyê bi beşadriya hemî aliyan ji wan Dewleta Komara Îslamî ya Îranê, dewleta lubnanê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêk were û çarenivîsa dîplomatên îranî kivş bibe.