CîhanEwropaNûçe

Daxwaza hilbijartinên pêşwext hate pesendkirin

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May duh pêşniyar kiribû ku “hilbijartina berwext” were pêkanîn. Îro parlementoya wî welatî ev pêşniyar pesend kir.

Theresa May diyar kiribû, ku hilbijartina berwext di pêvajoya Brexitê de, dê Brîtanyayê bihêz bike.

May di daxuyaniya xwe ya duh 18ê Nîsana 2017an de destnîşan kiribû: “Piştî ku welatê me biryara veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê da, pêwîstiya serokatiya bihêz û bibiryar derket holê û ji dema ku ez bûme serokwezîr heta niha hikûmet ev pêk tîne.”

Serokwezîra Brîtanyayê amaje bi wê yekê kir, ku pêwîstiya wî welatî bi hilbijartineke giştî heye û aşkere kir: “Niha ji bo vê yekê, tenê şanseke me heye.”

Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê ku herwiha serokê dijbereya hikûmetê ye Jeremy Corbyn, biryara hilbijartina berwext a Theresa May bi awayekî erênî pêşwazî kir.

Corbyn bi daxuyaniyekê diyar kir: “Partiya Karkeran pêşniyar dike ku li hember hikûmeta ku nekariye aboriyê pêşve bibe, hikûmeta ku standardên jiyanê daxistine û budceya perwerdehî û sîstema tendirustiya neteweyî kêm kiriye, bibe alternatîv.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu