ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: 13`ê Abanê sembola têkoşîna li hemberî koledarîya bîyanîyan e

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li civîna konseya bilind a inqilaba ferhengî, hereketa îmam Xumêynî (RE) û alimên dînî li warê têkoşîna li hemberî koledarîyê ji şanazîyên navendên zanistên ilahî bi nav kir û got: 13`ê Abanê (3`yê Mijdarê) ku roja dîrokî ya dûrxistina îmam Xumêynî (RE) ji welêt bi hegera neyarîya li hemberî kapîtolasîyonê bû, sembola têkoşîna li hemberî koledarî û zordarîya bîyanîyan li rex têkoşîna dijî dîktatorîya navxweyî ye.

Rûhanî herwiha got: Têkilîya gel, xwendekarên medrese û zannîgehan ligel tevgera ku hezretê îmam Xumêynî (RE) destpê kir, berteka xwezayî ya gel li hemberî zorbêjî û dîktatorîyê bû û 13`ê Abanê veguhert tevgereke netewî û civakî ya li dijî nîşanên koledarî û zorbêjîyê.

37 salan berî niha di 13`ê Abanê, 3`yê Mijdara 1979`ê da, xwendekarên zanîngehên Îranê bi nîşana nerazîbûna li hemberî komployên curbicur ên Amerîkayê li dijî Inqilaba Islamî ya Îranê, sefareta Amerîkayê li Têhranê ku bibû hêlûna sîxorîyê bo amerîkîyan, xistin bin kontrola xwe.

Gelê Îranê di salên piştî serketina Inqilaba Islamî da bi rêzgirtina li “ roja netewî ya têkoşîna dijî koledarîya cehanî“, tevî nîşandayîna tifaq û iqtidara Îrana islamî, peyama rastî ya vê inqilabê ango dijberîya li hemberî zorbêjî û koledarîyê diqîrîn.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu