IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Iraqê ji bo beşdariya li gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneyê

Iraqê bi awayekî fermî û bi raberkirina daxwazê ji Îran, Tirkiye û Rûsiyê xwest ku dewleta Bexdayê li gotûbêjên Astaneya Qezaqistanê ya têkildarî çareserkirina qeyrana Sûriyê were beşdarîkriin.

Li gorî rapora IRNA`yê, balyozê Iraqê li Ankaraya paytexta Tirkiyê, Hişam El Elewî bi gotina vê yekê ku niha li benda bersiva fermî ji aliyê Îran, Tirkiye û Rûsiyê di vî warî da ye, got: “Iraq bibiryar e ku li dorên din ên civîna Astaneyê bi merema hebûna rola çalak li çareseriya qeyrana Sûriyê beşdariyê bike“.

Elewî got: “Iraq ji pêkanîna gotûbêjan derheq çareserkirina qeyrana Sûriyê pêşewaziyê dike û amade ye ku ji bo xurtkirina û pêşdaçûna erênî ya van gotûbêjan, hevkariyê bike“.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Qezaqistanê, Eqîl Bêyk Kemal Dînof roja Îniyê qala dora nû ya gotûbêjên Aştiya Sûriyê li Astaneya paytexta Qezqistanê piştî 20`ê Kanûna 2017an kir.

Ji ber dahênerî, xuliqkarî û hewildana Îran, Rûsiye û Tirkiyê li pêvajoya gotûbêjên sûriyan bi mazûvaniya Astaneya paytexta Qezaqistanê, heta niha agirbesa giştalî li Sûriyê pêk hatiye û Bernameya pêkanîna çar navçeyên kêmkirina kêşeyan li vî welatî serê xwe girtiye.

Başa dön tuşu