BehreynNûçeRojhilatanavin

Dewama xwenîşndana gelê Behreynê

Gelê Behreynê cardinê bi nîşana hevdiliya tev zindaniyên siyasî li vî welatî xwenîşandan birê xistin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Fars Newsê, xelkê navçên Kerbabad, Ebûsîbe û El-Şaxûrê, êvara şemiyê jibo piştgiriya ji girtiyên siyasî û sekinîna ser liv û tevegrên inqilabî û her wiha piştgiriya ji şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind  ê behreynî derketin kolan û çarsiyan.

Li gor nûçan hêzên ewlehiyê yên Behreynê ber bi xwenîşanderên navça  Sitreyê û ber bi wan gaza hêsirrêj avêtin.

Li navça El-Deraz cihê jiyana  şêx Îsa Qasim jî gel li ber mala wî hîn di girevê de ne li halekê ku  biryar e  dadgeha Behreynê, 21 meha  Gulanê hikma  şêx Îsa Qasim bi tawana  pûç a şuştina diraf ragihîne.

Dadgeha Behreynê pêştir biryar bû 7 meha Gulanê vê hikmê ragihîne lê di bin zexta raya giştî û hişyariya  alimên Behreynê, cihanîna  vê hikmê paşde ket.

Behreyn ji sala 2011an heya niha  rastî qeyrana  nerazîbûnên  giştî ji siaysetên  serkutkirane yên  Rejîma Alê Xelîfe hatiye.

Her wiha li navçên  El-Bilad El-Qedîm û bajaroka Alî ya Behreynê xwenîşandaneke berfireh jibo dijberiya li hember hikmên îdamê û hevdiliya tev gelê bajarê El-Ewamiyê li rojhilata Erebistanê hat li dar xistin.

Bajarê Şîenişîn a El-Ewamiyê cihê jiyan a şêx Nêmr Baqir El-Nêmr, alimê şîe yê erebistanî ye. Ew bi tawana pûç a  liv û etvgera li dijî welêt hat mehkemekirin û li çilla 2016an  hat îdamkirin. Ev bajêra ev çend sal in ku  bi mehna  nûjenkirinê dikeve ber êrişa  eskerên Erebistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu