NûçeRojhilatanavinSûriye

Daxwaza ji bo derketina Rêjîma Siyonîst ji bilindiyên Golanê

Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) careke din bi derxistina biryarnamekê ji Rêjîma Siyonîst xwest ku ji bilindiyên Golanê derkeve.

Li gorî rapora Press TV`yê, li vê biryarnamê ku ji aliyê 37 welatan va hat pêşniyarkirin û bi dengê pirraniya tekûz hat pesendkirin, ji Rêjîma Siyonîst jhatiye xwestin ku ji bilindahiyê Golanê ku ji sala 1967`an va heta niha dagir kiriye, derkeve.

Vê biryarnamê herwiha rêjîma Israîlê ji ber bêsoziya li bara biryarnameya 497`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sala 1981`ê va heya niha, da ber rexneyan.

Li biryarnameya teze ya Civata Giştî ya NY herwiha rêjîma Israîlê ji ber dagirkirina bilindahiyên Golanê bi sûcê binpêkirina menşûra vê saziyê her viha qanûnên navneteweyî hatiye tawanbarkirin.

Endamên vê civatê herwiha kiryarên Rêjîma Siyonîst li bilindahiyên Golanê dane ber rexneyên tund. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu