EwropaNûçe

Daxwaza rehîngiran ji rayedarên Ermenistanê

Kesên êrişkar navendeke polîsê paytexta Ermenistanê dagir kirine daxwaza îstifaya serokkomar û endamên kabîna dewleta vî welatî kirine.

Çekdaran îro nişkêve ketine nav navenda henga polîsê navça Erêboniyê û ew xistin bin kontrola xwe ku li encama wê kesek hat kuştin.

Li hin raporan jî hatiye ragihandin ku çekdaran dil hebûne hevgav çend avahiyên polîs li Yêrewanê dagir bikin ku şikest xawrine.

Dayira ewlehiya neteweyî ya Ermenistanê ragihand ku nûçeyên hatine weşandî li bara dagîrkirina hevgav a çend avahiyan li Yêrewanê nerast e û tenê navendek ketiye bin kontrola êrişêkiran.

Çend kesên çekdar her wiha ji dewleta Ermenistanê daxwaza kirine ku Jirayer Sefîliyan rêberê tevgera li dijî dewletî ya Novaya Armeniya ku di hewsê de ye azad bikin ku tê gotin li şerên navça kêşe li ser a Qerebaxa Çiya di navbera vî welatî û Komara Azerbaycanê şelîr kiriye.

Dadgehekê bi sûça xweyîkirina neqanûnî ya çek û sîlehan ji wî re hews biriye.

Li gorî raporan, yên dagirkir ji avahiyê derneketine û niha navçe hatiye dorpêçkirin û îzna hatûçûyê nayê dayîn.

Dayira ewlehiya neteweyî ya Ermenistanê jî ragihandiye ku muzakira bi grûpa çekdar ku çedmn kes dîl girtine didome ku xwe teslîm bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu