AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Yewnanistanê ji Îranê jibo kirîna gazê

Rêvberê giştî yê Ewrûpa, Emerîka û welatên cînarê deryaya Xezerê yê wezareta niftê ya Îranê ragihand ku Yewnanistanê daxwaza kirîna gazê ji Îranê kiriye.

Huseyn  Îsmaîlî rêveberê giştî yê Ewrûpa, Emerîkayê û welatên cînarê  deryaya Xezerê yê wezareta  niftê ya Îranê got : şîrketên yewnanî tevî ku hez dikin gazê ji Îranê bikrin daxwaza hizûra li pêşeyên  palînê û gaza Îranê dikin.

Îsmaîlî bal kişand ser hevdîtina  Emîr HUseyn Zemanîniya, alîkarê karûbarên navneteweyî û bazirganiyê yê wezîrê niftê yê Îranê û Corc Katrog Kalos cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê li Têhranê û got : Her du alî li vê hevdîtinê ser hevkariya  navbera Têhran û Atênê li beşa enerjiyê tekez kirin.

Corc Katrog Kalos cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê ku li çarçêva  berfirehkirina  peywendiyên tev  Îranê sefera Têharnê kiriye  li hevdîtina  tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve  û Mecîd Text Rewşançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê , amadetiya welatê xwe jibo berfirehkirina  hevkariyên aborî tev Îranê ragihand.

Kompaniya Helnik Pêtrolyom palîngeha  herî mezin a  Yewnanistanê yek ji bikirrên  ewrûpî yê nifta Îranê ye.

Nuha  bikirrê herî mezin ê gaza Îranê, Tirkiye ye ku li gorî peymana  25 salî dest bi kirîna gazê ji Îranê dike.

Welatên  curbicure ewrûpî li mehên buhurî daxwaza xwe jibo kirîna gazê ji Îranê ragihandine ku heya niha ti peymanek nehatiye girêdan.

Îran jibo îxracata  gazê bo Ewrûpayê 2  riyên derfirotinê ji riya  boriyê û LNGyê dişopîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu