IraqNûçeRojhilatanavin

Dayira ewlehiyê ya hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, 300 malbatî ji bakûrê navçeya Til Ebteyê ya parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê derxistin

Dayira ewlehiyê ya hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, 300 malbatî ji bakûrê navçeya Til Ebteyê ya parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê derxistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, dayira ewlehiyê ya hêzên Heşdi Şeibî ya Iraqê, karî 300 malbatî ji gundên El Sade û Til Besoyê ku berî niha koma terorîst a DAIŞ`ê van malbatan wek mertala mirovî bi kar tianî, veguhezin navçeyên ewleh.

her di vî halî de Falih El Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî û serokê komîteya Heşdi Şeibî ya Iraqê, endamên vê komîteyê yek ji faktorên herî girîng ên şerrê dijî DAIŞ`ê wesif kir û li ser rola girîng û sereke ya wan li şerrê dijî terorîstên DAIŞ`ê sekinî.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê di vî halî de Heşdi Şeibî girêdaiyê fermandetiya gişt hêzên çekdar ên Iraqê da zanîn ku qet ji gotinên wî derneketiye.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê Heşdi Şeibî karî hewldana DAIŞ`ê bona işkandin û têkbirina dorpêça terorîstan li navçeya Tileferê bêencam bike.

Qumandeyên payebilind ên leşkerî li Iraqê jî ji dema destpêbûna demlidest a qonaxa duyemîn a operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê ser navê Şokê agahî dan.

Li gorî plandarêştina ku di vê qonaxê de cih hatiye, êrişa ser Mûsilê ji hemî mêhweran ve bi awayekî hevgav wê dest pê bibe ta ku pêvajoya serkutkirina wan û rizgarkirina sivîlan were lezandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu