IraqNûçeRojhilatanavin

DEAŞ li Iraqê agir berdide zeviyên zad û dexlê

Rêxistina terorê DEAŞê li Iraqê vê hefteya dawîn herêmên ku nakokî li ser heye di serî da, li deverên cuda yên welêt bi tevahî 5 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitandin.

DEAŞ li parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mûsil û Diyalayê nexasim bi şev agir berdide zeviyên zad û dexlê ku deriyê debara cotkaran e.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan a Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Kadim Selman di daxuyaniya xwe da wiha got, “Li tevahiya Iraqê 5 hezar donim zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.”

Selman destnîşan kir ku zevî bi destê rêxistina terorê DEAŞê tên şewitandin û wiha got, “Ji bo ku rê li ber sotandina zeviyan were girtin, maseyên krîzê hatin danîn.”

Selman herwiha bal kişand ku herî zêde li Selahedîn, Enbar, Mûsil û Diyalayê zevî tên şewitandin û ji bo ku agir zêde belav nebe û bilez midaxale were kirin, ji bo ekîbên parastina sivîlan ên li bajaran, wesayît û ekîpmanên zêde hatin şandin.

Selman herwisa got ku wan bilez xwe bi gelek cihî ra jî gihand û agir vemirand ku bi vî awayî li seranserê welêt bi tevahî 111 hezar donim zeviyên zad û dexlê ji şewatê hatin xilaskirin.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan Selman got, rêxistina terorê DEAŞ ku di warê eskerî da li Iraqê ji hêz û taqetê ket, êrîşên piçûk dike û agir berdide zeviyan ku bi vî awayî jî tolê ji welatî û cotkarên ku piştgirî nedanê distîne.

Başa dön tuşu