ÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî: Bila Saziya Enêrjiya Atomî bilez pêdiviyên gihîştina bi 190 hezar SWU’yê dabîn bike

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî berêvara Duşemiyê li Rêûrisma bîst û nehemîn salvegera Koça Dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, ji aziya Enêrjiya Atomî ya Îranê xwest ku “Bilez pêdiwî û amadetiyên pêwsîst ji bo bidestxistina 190 hezar SWU’yan (SWU : Yekîneya kar a Amûra Santrîfiyojê bo Zengînkirina Oranyomê) li çarçova Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1’ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” dabîn bike”.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya ofîsa Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Ji gotina hin ndewletên ewropî visa tê xûyanê ku wan çaverêtî heye gelê Îranê hem boykotan tamil bikin û hem dest ji çalakiya xwe ya navokî ku hewcetiya tekûz a pêşerojê ye bikişînin û van sînordariyan bidomîne, lê bila ewna bizanin ku ev xewna şerpeze dê nebe rastî.

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî derbarê mijara mûşekî ya îranê jî bi gotina vê yekê ku “Şiyana mpûşekî” yek ji xalên hêzê û dabînkera “Ewlehiya” welêt e, got: Di serdema şerê sepandî (yê Iraqê dijî Îranê di deshsaiya 1980î da) ji ber ku me çeka berevaniyê û mûşek tunebû, ji bajarên sînorî heta bi Têhranê her roj di bin agirê mûşekan da bûn, lê niha bi têkoşîna pisporên ciwan, em bûne hêza yekem a mûşekî li navçeyê û dijmin dizan eku heke mûşekekê bavêje, dê bi dehan mûşekan bersiva xwe werbigire.

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku dijmin bi opêrsiyoneka rewanî û dernî herî zêde bala xwe daye ser vê xala hêz û qawetê, bi bîr xist: Ewna dixebitin da ku bi şrê derûnî û rewanî, em ji xala hêzê û hêmayên iqtidar û qaweta xwe ya neteweyî dev berdin da ku biyanî rihetir li ser welêt û gel û çarenûsa me ya pêşerojê serdest bin, lê gelê Îranê l hemberî vê tevgerê rawestiyaye.

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî “Dadxwaziya navneteweyî” û piştgiriya ji gelên bindest yeka din ji xalên hêzê yên Komara Îslamî da zanîn û got: Li halekî ku piştgiriya ji Filistînê û hêza Berxwedana li hemebrî Rêjîma Siyonîst û berevaniya ji serxwebûn û yekparçetiya axa welatên navçeyê, sebeba abora Komara Îslamî ye, dijmin dixebite da ku wê bi navê “Destwerdana Îranê li navçeyê” bike mijareka kêşeza.

Hezretê Îmam Elî Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî hebûna xelkê li meydanê gellek girîng da zanîn û bi amajeya bi lidarxistina rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê di Îniya vê heftiyê da, got: Bi fezl û merhemeta Xwedê û bi bereketa hebûna bicoş a gel, dê Roja Cîhanî ya Qudsê ya îsla bihêztir û bicoştir ji salên berê were lidarxistin.

Başa dön tuşu