IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê fermandetîya opêrasyona hevpar a azadkirina Mûsilê ragihand, ji sedî 89`ê pişka rojavaya Mûsilê hatîye azadkirin

Fermandariya operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê ragehand, sedî 6`ê axa Iraqê di bin desthilatiya DAIŞ`ê de maye û ji sedî 89`ê pişka rojavaya Mûsilê hatîye azadkirinê û zêde ji 16 hezar DAIŞ`î jî ji destpêka vê opêrasyonê va hatine kuştinê û 393 çekdar jî dîl hatine girtin.

Yehya Resûl di civîneke hevbeş a ligel berdevkê hêzên hevpeymanîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê John Duryan de ragehand, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê va heta naha 650 hezar hemwelatiyên parêzgeha Nêynewayê koçber bûne û naha 28 hezar malbatên koçber ên Mûsilê vegeryane. Hêzên çekdar ên iraqî jî ji duh va derbasî taxa 17`ê Temûzê bûne û gellek pişkên vê taxê xistine bin kontrola xwe.

Berdevkê Wezareta Karên Hundur a Iraqê jî ragihand: Vê wezaretxanê dayreyên xwe li pişka rojhilata Mûsilê vekirine û zêde ji 168 hezar kartên pênaseyê jibo welatîyên mûsilî amade kirine û dane.

Ehmed Esedî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî jî ragihand: Hêzên gelanî bi pêşdaçûna ji sê alîyan va ber bi devera opêrasyonê ya Qeyrewanê li rojavaya Mûsilê karîn li gorî planê û bi saya çekên pêşketî dijmin xafil bikin û gundên Til Benat, Til Qesebê û 10 gundên din ji lepên têrorîstan azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu