ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya Wilayetî ser berxwedana li hemberî komploya perçekirina welatên navçê

Elîekber Wilayetî serokê navenda lêkolînê istiratêjîk a civata kifşkirina xêr û kara nizma Îranê şeva buhurî li hevdîtina ligel Mele Bextiyar kargêrê polîtboroya YNK`ê li bajarê Têhranê herwiha got: Amerîkî dixwazin welatên bihêz û dîrokî yên navçê ber xatirê ewlehîya rêjîma Israîlê û dabînkirina berjewendîyên xwe perçe bikin ku divê li hemberî vê komployê bisekinin.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li karên navnetewî bi gotina vîya ku plana “ Rojhilata Navîn a mezin“ komploya Amerîkayê ye, ragihand ku amerîkî hin piştgirên wan ên navçeyî jibo bêtifaqîyê û perçekirina navçê hewl didin.

Wilayetî herwiha got: Her du gelên Îran û Iraqê hevparîyên çandî, dîrokî û riheke kûr ê dînî û mezhebî hene û jibo her du welatan berfirekirina hevkarîyan di rêza yekem da ye.

Wilayetî bal kişand ser berxwedana gel û dewleta Iraqê li hemberî têrorîstan û got: Dijminên Islamê li navçê bi saya birêxistina şerên biwekalet û damezirandina komên tekfîrî û têrorîst ên ser navê islamê, cinayetan li hemberî gelên mezlûm ên navçê ji wan ên Iraq û Sûrîyê dikin.

Mele Bextiyar kargêrê polîtboroya YNK`ê jî li vê hevdîtinê got: Serdema koledarî û dîktatorîyê buhurîye û komploker nikarin li navçê armancên xwe yên birêxistina bêtifaqîyê bidest bixin.

Kargêrê polîtboroya YNK`ê herwiha li vê hevdîtinê qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber helwestên isûlî li warê piştgirîya ji iraqîyan girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu