NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişa hewayî ya Erebistanê ser navçên curbicur ên Yemenê

Li ber bêdengiya civata cîhanî li hemberî cinayetên Erebistanê dijî xelkê Yemenê, Riyazê disa navçên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin ku di encamê da hin welatiyên yemenî hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, firokên şêr yên Erebistanê îro sibê kempa hêzên taybet yemenî û derûdora wê li Senayê paytexta Yemenê 10 caran bombebearan kirin ku ji ber van destdirêjiyan parek ji xelkê sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Firokên şerî yên Erebistanê herwisa li başûra Teizê li başûra rojavaya Yemenê bombebaran kirin ku hîn li bara kuştî û birîndararên vê destdirêjiyê tu raporek belav nebûye.

Herwisa firokên şêr yên Erebistanê navça Seddah li bajarê El-Meslûb li parêzgeha El-Cûf li bakûra Yemenê bombebaran kirin.

Li vê halê hêzên artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî li bersiva van destdirêjiyên Erebistanê li gundê El-Şenqe li Cîzanê li başûra Erebistanê êrişî ser pêgehekî eskerî yê vî welatî kirin ku di encamê da 7 eskerên Seûdî hatine kuştin.

Yekîneyên mûşekî yên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê herwisa pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê li Şeibul-Cin li Teizê bombebaran kirin.

Erebistanê bi piştevaniya Rojava ji Adara sala 2015 êrişa xwe ya ser Yemenê domand û hedefa vê destdirêjiyê jî eva bû ku Riyaz carek din Mensûr Hadî serokomarê revyayî yê Yemenê carek din bîne ser karê xwe.

Li van destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê heta niha bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne û gelek ji jêravahiyên Yemenê jî kavil bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu